Çar gulle katyoşa bi Devera Kesik ketin

Çar gulle katyoşa bi Devera Kesik ketin

K24- Hewlêr

Şane ya ragehandina ewlehîya Îraqê ragehand, berê sipêdeya, evro, Yekşemîyê, 16/2/2020 çar Katyoşa bi devera Kesik a Bedayê ketine.

 Li gor ragehandina wê şaneyê, çar Katyoşa arasteya Debera Kesik hatîne kirin, sê ji wan di nav devera Kesik ketîne xwar û ya çarem jî, bi baregeheka Heşda Şeibî ketîye li cade ya Felestîn, bi sedema wê jî otombêlek û çend kelûpelên kogayê hatîne şewitandin.

Hinek ji mêdyayên Îraqî jî belav kirîne, ku ew katyoşa yên hanê li nêzîk balyozxane ya Emerîkayê ketîne xwar.

 Di dema burî de, çend caran gulle Katyoşa arasteya Devera Kesik li Bexda hatîne kirin, nemaze jî piştî pesindkirina biryara derkirina hêzên bîyanî li Îraqê û nemaze jî hêzên Emerîkayê, heya niha ti kes û alîyekê berpirsînîya xwe ji havêjtina wan katyoşeyan ranegehandîye.