Elawî pêkhate ya kabîne ya xwe dide perlemanê

Nîva wê demê burî ku li gor destûrê, bo Mehemed Tofîq Elawî, raspatîyê posta serok wezîrên Îraqê, bo pêkanîna kabîneya nû ya hikumetê hatîye dîyarkirin, wek ew jî behis dike, ewê gehiştîye qonaxa dawîyê û evro heya roja Sêşembîyê, kabîne ya hikumeta nû ya Îraqê dê ragehîne.

K24- Hewlêr

Di perawêza konfiransa Miyonşinê de, Mesrûr Barzanî, li gel Mehemed Hekîm, wezîrê derveyê Îraqê civîya û tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê piştîvanîyê li hikumetekê dike ku pabend be bi qewareya fedralî û mafên destûrîyên Herêma Kurdistanê û sazîyên fermîyên herêmê, wezîrên Herêma Kurdistanê di hikumeta nû ya Îraqê de destnîşan bikin. Herweha got:  Em li gel pêkanîna gikumetekê ne ku piranîya pêkhateyên Îraqê piştîvanîyê li wê bikin û pabend jîbe bi mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê.

Mehemed Elawî ragehand, di evê heftîyê de navên endamên kabîneya wezarîya xwe aşkera dike, ku ji kesên serbixwe û teknokrat pêkhatîye, dûr ji her destwerdaneka sîyasî, çaverê dihêt kirin,  evro yan jî heya Pêncşemîyê Civata Newêneran bo dengdanê li ser kabîneya hikumetê bicive.