Mesrûr Barzanî : Li Miyonşinê me çend dîdarên giring encam dan
Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, di kongireyeka rojnamevanî de, naveroka civînên xwe di çarçove ya Konfiransa Miyonşinê de li gel nwênerên welatan pişikdar aşkera kir û ragehand, taybetmendîyên Herêma Kurdistanê ji alîyê dostên wê ve li bar çavan hatîye girtin.
K24- Miyonşin
Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê, di kongireyeka rojnamevanî de, naveroka civînên xwe di çarçove ya Konfiransa Miyonşinê de li gel nwênerên welatan pişikdar aşkera kir û ragehand, taybetmendîyên Herêma Kurdistanê ji alîyê dostên wê ve li bar çavan hatîye girtin.
Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, civînên gelek baş encam dane li gel pişikdarên Konfiransa Asayîşa Miyonşinê. Yek ji wan wezîrê wize ya Emerîkayê bû, em li ser kerta wize ya Kurdisanê axivtîn û wezîrê wizeya Emerîkayê vîyana wê yekê hebû zêtir giringîyê bi kerta wizeyê bidîn.
Xuya jî kir, bi giştî welatên pişikdar peywendîyeka mukim li gel Herêma Kurdistanê û Îraqê hene, hevdem taybetmendîyên Herêma Kurdistanê tim ji alîyê Hevpeymanan û dostên wê li ber çavan hatîye girtin.
Derbarê rewşa deverê jî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand, Herêma Kurdistanê wek kariktereke sereke di bûyerên Rojhelata Navîn de bi giring dizanin û pirsyar û veguhertina nerînan derbarê wê yekê bûye ka çawa pişikdarîyê di asayîkirina rewşê de bikin.
Derbarê pêkanîna kabîne ya nû ya hikumeta Îraqê jî ragehand: Heya niha encam ne dîyarin, Mehemed Tewfîq Elawî, binyaze kabîneyê pêkbîne. Bo me wek Herêma Kurdistanê a giring ewe, wek Herêmeka fedral di çarçove ya Îraqê de mafên destûrî yên wê li ber çavan bête girtin û rêzê lê bigirin û nwênerên Herêma Kurdistanê di kabîne ya nû de, di evê çarçoveyê de bêne destnîşankirin.
Derbarê mafên Kurd jî li Sûriyê, Mesrûr Barzanî ragehand, di civînekê de li gel Sêrgî Lavrov, wezîrê derve yê Rûsiya, daxwaz kirîye Mosko rola xwe bibîne bi awayekê ku mafên Kurd li ber çav bête girtin. Got jî: Em dizanîn hêj Daişê metirsîyeke serekîye li deverê û pêwîstî bi piştîvanîya hemû alîyan heye, nemaze jî Emerîka û Hevpeyamanan. Daiş mijûlî xwe rêkvekirinê ye û metirsî li ser deverê û hemû cîhanê heye. Li ser tevaya astan hevahengîya zêdetir bête kirin.
Derbarê peywendîyên Herêma Kurdistanê û komara Îslamî ya Îranê, Mesrûr Barzanî ragehand: Eme li gel Îranê cîranê hev in, me nîgeranî ya hevpişik heye derbarê têkçûna rewşa deverê bi awayeka giştî me tekez li ser rêzgirtina dû alî kirîye li gel tevaya alîyên deverê.