Mesrûr Barzanî bo Telegraph: Di ragihandina serkeftina bi ser DAIŞê de bilezî hate kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê bi rojnameya “Telegraph” a Brîtanî re ronahî xiste ser metirsiyên DAIŞê û nearamiyên niha ye navçeyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê bi rojnameya “Telegraph” a Brîtanî re ronahî xiste ser metirsiyên DAIŞê û nearamiyên niha ye navçeyê.

Di hevpeyvînekê ligel rojnameya “Telegraph” a Brîtanî de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Amerîka û Brîtanya di ragihandina serkeftina biser DAIŞê de bilez kir, herwiha vekişandina bilez a Hevpeymaniya Navdewletî jî ne karekî baş e.

Amaje bi wê da, piştî ragihandina serkeftina biser DAIŞê de, hevkarî lawaz bûn, ev jî ji DAIŞê re bû derfeteke din, ta li ser navçeyê bibe gef.

Daxwaz kir jî, piştevanî û hevbeşiya rasteqîne di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hevpeymaniya Navdewletî de hebe.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di dawiyê de dibêje: Xwastina hêviyan, me negihîne ti cihekî, ji ber ku em wek Kurd ber û niha hî bûne qurbanî û tirsa me heye di dahatûyê de jî bibin qurbanî.

 

S. B