Mesrûr Barzanî bo Washington Post: DAIŞ xwe birêk dixe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, kuştina serkirdeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî rê li ber çalakiyên wê grûpê negirt.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, kuştina serkirdeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî rê li ber çalakiyên wê grûpê negirt.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê ligel rojnameya bi navûdeng ê Amerîka “Washington Post” de ragihand, kuştina serkirdeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî ziyan negihand karînên wê grûpê, ku çalakiyan nekin.

Mesrûr Barzanî hişyar jî da, niha DAIŞ mijûlî xwebirêkxistinê ye.

Amaje bi wê jî da, DAIŞ êrîşên xwe li ser hêzên ewlehiyê yên Iraqê zêdetir kiriye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir jî, wî nîgeraniyên xwe derbarê xwebirêkxistina DAIŞê gihandine Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo, di çarçova civîna wan a li perawîza Konferansa Asayişê yê Munchenê de.

Herwiha Mesrûr Barzanî ragihand, ew hêvîdar e Washington û Bexda bigihin rêkeftinekê, ji bo mana hêzên Amerîkî li Iraqê.

  

S. B