Mesrûr Barzanî: DAIŞê serkirdeyên xwe jidest dane, lê kariye ezmûnê peyda bike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê ligel kovara “Atlantic” a Amerîkî de ragihand, rast e DAIŞê beşek mezin ji serkirde û kesayetiyên xwe yên diyar jidest dane, lê kariye ezmûnê peyda bikin û xelkekî zêdetir li dora xwe kom bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand jî, aloziyên Amerîka û Îranê li navçeyê, bandorê li ser bihêzbûna DAIŞê dike, ku divê jinavbirina wê armanca hemû aliyan be.
Diyar kir jî, sedemên dihêlin ku xelk pêwendiyê bi DAIŞê re bike hîna mane, wek bêkarî, bêhêvî, nebûna aramiyê, nebûna derfetên kar û nebûna aramiya siyasî.
S. B