Li Girê Sipî teqîn.. Kuştî û birîndar hene
Li bajarê Girê Sipî yê Rojavayê Kurdistanê teqînekê rû da û di encamê de kuştî û birîndar hene.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Girê Sipî teqînekê rû da û di encamê de kuştî û birîndar hene.
Li çarxeriya Belediyê ya nava Girê Sipî teqînek bi riya otombîleke bombekirî rû da.
Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de 3 kesan canê xwe jidest dane û 7 kesên din jî birîndar bûne.
Pêştir jî çendîn teqîn bi riya otombîlên bombekirî li navçeyên Girê Sipî û Serê Kaniyê rû dane û xelkê sivîl bûne qurbanî.
HSD jî artêşa Tirkiyê di ber teqînan de berpirsyar dibîne û dibêje, armanca Tirkiyê ji encamdana teqînan ew e, rewşa ewlehiyê xiraptir bibe û xelkê deverê neçar bibe koçber bibe.
S. B