ENKS bi Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê re dicive

Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) sibe li Hewlêrê bi Konsolxanê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê re dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) sibe li Hewlêrê bi Konsolxanê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê re dicive.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl di vê derbarê de ji K24ê re ragihand, şandek ji serokatiya ENKS li ser daxwaza çend konsolxane û nûnertiyên welatên biyanî yên xwe rol di hundirê Sûriyê de Hewlêrê ye û sibe li Konsolxaneya Brîtanyayê bi Konsolê Giştî yê Brîtanya re dicivin.

Diyar kir jî, di vê qonxa niha de pêwîstiya wan bi van hevdîtinan heye, ta piştevaniyê li gelê Kurd bikin, metirsiyên li ser gel dûr bixin, piştevaniya doza Kurdî di pêşeroja Sûriyê de û ENKSê di Komîta Destûrê de bikin.

 

 

S. B