Wezîrê derve yê Îraqê daxwaz ji Îranê dike rêz li serwerîya welatê wî bigre
Di perawêza karên Konfiransa Asayîşa Miyonşinê, Mehemed Elî Hekîm û Mehemed Cewad Zerîf civîyan.
K24- Hewlêr
Di perawêza karên Konfiransa Asayîşa Miyonşinê, Mehemed Elî Hekîm û Mehemed Cewad Zerîf civîyan.
Di civînê de, wezîrê derve yê Îraqê dûpat kir, ku welatê wî dixwaze peywendîyeka mukim li gel Îranê û welatên cîran durist bike û xwe jî ji milmilanêyên nêvdewletî dûr bike.
Wezîrê derve yê Îraqê tekez kir li ser pêwîstîya rêzgirtinê li serwerîya Îraqê û dûpat jî kir, Îraq gefên Emerîkayê bo ser Îranê red dike û daxwaz ji herdû alîyan dike beredwamîyê bidin danûstandinên sîyasî.