Rewta Hikme bi merc deng bi kabîne ya Elawî dide

Yasir Ellamî, endamê desteya giştî ya Rewta Hikme ya Nîştîmanî ragehand, rewta wan piştîvanîyê li kabîneya wezarîya Elawî dike û bi wê mercê jî deng dide wê kabîneyê ku di helbijartina wezîran de azad be û li ser binema ya şîyan, jêhatî û destpakîyê wan kandîd bike.

K24- Hewlêr

Herweha amaje dam, her kanîddeke wezarî di hizabn de be, yan berê endamekê hizbekî be, di perlemanê de em dê ewî kesî red bikîn, ji bilî evê yekê me ti arêşeyek din li gel hikumeta Elawî nabe.

Endamê Rewta Sedir, dibêje: Em di evê kabîneyê de pişikdar nabîn, tenê ji bo berjewendîya giştî û nîştîmanî deng bo wezîrên xwedî şîyan didîn û hewil didîn rewşê berev pêş bibîn.

Ev di demekê de ye, biryare di çend rojên dahatî de, Mehemed Tewfîq Elawî pêkhateya kabîne ya xwe bide perlemanê daku dengê li ser bide.