Bizava bazirganî û geştyarî li Hacî Omeran hat rawestandin

Bi sedema barîna befrê û kêmbûna asta dîtinê, livîn û bizava geştyarî û bazirganî li derî ya sinûrê Hacî Omeran- Temerçîn hat rewestandin û serperiştyarê komelgeha Gumrikîya Hacî Omeran hoşdarîyê dide ku evro bazirgan û geştyar berê xwe nedin evê derîyê.

K24- Çoman

Mesûd Batêlî, sserperiştyarê komelgeha Hacî Omeran bi Kurdistan24 re ragehand, ji duhî ve heya evro zêdetir ji 70 cm berif li derîyê sinûrê Hacî Omeran barîye û asta dîtinê gelek kêm bûye û bi sedema evê yekê jî, hatinûçûna bazirganî li derîyê sinûrê Hacî Omeran- Temerçîn rawestaye.

Got jî, daxwaz ji bazirgan û geştyarên Herêma Kurdistan û Îranê dikîn, evro bi ti awayekê berê xwe nedin  derîyên sinûrî, çunku ji bilî ku gelek berf barîye asta dîtinê jî gelek kêm bûye.

Ev sal bi sedema berif barînê, çend carên din bizav û livîna bazirganî û geştyarî li Hacî Omeran- Temeçîn hatibû rawestandin.