Niha artêşa Tirkiyê gundewarê nahye ya Şêrawa topbaran dike

Artêşa Tirkiyê gundewarê nahye ya Şêrawa li 'Efrînê bi tundî topbaran dike .

K24- Hewlêr

Artêşa Tirkiyê gundewarê nahye ya Şêrawa  li 'Efrînê bi tundî topbaran dike .

Ajanseke ser bi Yekêtîya Parztina Gel (YPG) ve belavkirîye, artêşa Tirkiyê  di niha de bi tundî gundê Mezin ya bajarokê Şêrawa li 'Efrînê topbaran dike; lê ajansê behsa tu ziyanan nekirye.

Ev ne yekem care ku bajarê 'Efrînê û derdora wê tê toparankirin. Ji  dema ku Tirkiyê bajarê 'Efrînê dagîrkirîyeû ta niha car caran gundên derdorên wê ji alîyê Tirkiyê ve dibin armanc û têne topbarankirin.