NY: Nabe çekên nêçîriyê bo belavkirina xwepêşanderan bikar bê
Şandera Netewên Yekgirtî bo Iraqê Jenin Hennes Blackshart bikaranîna çekên nêçîriyê li dijî xwepêşanderên Iraqê şermezar kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şandera Netewên Yekgirtî bo Iraqê Jenin Hennes Blackshart bikaranîna çekên nêçîriyê li dijî xwepêşanderên Iraqê şermezar kir.
Di daxuyaniyeke rojnamevanî de Blackshart ragihand: “Şandeya Netewên Yekgirtî bi hevkariya Iraqê berdewam dibe û pêdaçûnê di giliyên xwepêşandaran de dike, ku zanyariyên bi belge gihîştine wan ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê çekên nêçîriyê li meydana Tehrîr û Xeylanî de li dijî xwepêşanderan bikar anîne”.
Herwiha got: Roja 14, 15 û 16ê vê mehê herî kêm 50 kes li meydana Tehrîrê birîndar bûne, herwiha hejmarek ji endamên hêzên ewlehiyê jî birîndar bûne.
Blackshart daxwaz ji desthilatdarên Iraqê û berpirsên ewlehiyê kir, rêgiriyê li pêş bikaranîna wan çekan bikin û canê xwepêşanderan li meydanan biparêzin.
S. B