Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Alinakê hat zîndanîkirin
Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Alinak ê 68 salî bi tometa endamtiya rêxistina terorê hat zîndanîkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Siyasetmedarê Kurd Mehmûd Alinak ê 68 salî bi tometa endamtiya rêxistina terorê hat zîndanîkirin.
Siyasetmedar û parlamenterê berê Mehmûd Alinak ku 13'ê Sibatê bi operasyonekê li Qersê hatibû binçavkirin. Dadgeha Qersê bi tometa endamtiya rêxistina terorê biryara girtina Alinak da.
Mehmûd Alinak, dahatên pirtûka xwe ya bi navê "Mehmet Tunç û Bêkes" bexşandibû bi malbata Mihemed Tûnç ku sala 2015an di şerê kolanê de li Cizîrê canê xwe ji dest dabû.
Alinak ji ber vê û ji ber beşdariya di hin çalakiyên civakî de, bi endamtiya KCKê û têkdana yekîtiya axa Tirkiyê tê tometbarkirin.
Siyasetmedarê kevin û parlameterê berê Mehmûd Alinakê 68 salî ye û heta niha deh caran hatiye zîndanîkirin.
S. B