Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Xwendekaran û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê dike

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Yekîtiya Xwendekaran û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Yekîtiya Xwendekaran û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê kir.

Di peyama Serokwezîr de hat: “Bi boneya 67.emîn saliya damezirandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê, pîrozbahiyê li endamên her du rêxistinên têkoşer, xwendekar û lawên Kurdistanê dikim, ku dîrokeke wan geş di beşdarîkirina di tevgera rizgariya niştimanî ya Kurdistanê de, girîngîpêdana bi hizra niştimanperewerî, pêşvebirina karîn û asta zanistê ya xwendekar û lawên Kurdistanê de heye, ku niha di warên cuda de roleke pêşeng digirin.

Herwiha di peyama Mesrûr Barzanî de hatiye: “Hêvîdar im bi hewl û têkoşana xwe bo parastina buhayên niştimanî dûrî hizra tundûtûjiyê berdewam bin, ji bo bidestanîna pêşerojeke geştir û Kurdistaneke avedantir û pêşkeftîtir.

 

S. B