Fesla Yûsif: Brîtanya li dijî guhartina demografî ye

Endama Desteya Serokatiya ENKSê Fesla Yûsiv ragihand, Brîtana dewleteke bihêz û endameke Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ye, lê heta niha rola wê zêdetir di pirsa Sûriyê bi giştî de ne diyar e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endama Desteya Serokatiya ENKSê Fesla Yûsiv ragihand, Brîtanya dewleteke bihêz û endameke Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ye, lê heta niha rola wê zêdetir di pirsa Sûriyê bi giştî de ne diyar e.

Şandeke Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro bi Serokê Beşê Siyasî yê Konsolxaneya Brîtanya li Hewlêrê re civiyabû.

Endama Desteya Serokatiya ENKSê Fesla Yûsiv ji K24ê re di derbarê wê civînê de ragihand, civaka navdewletî û Brîtanya jî yek ji wê, li pêş komkujiyên bi dirêjahiya 9 salan li Sûriyê bi giştî tên kirin bêdeng bû, ku Rûsya û her du welarên din Tirkiye û Îranê pirgirêka Sûriyê ji Cenêvê veguhastin Astana û Sûçî û li deverên ku nav lê kirin deverên kêm şer, şerên herî germ lê rû didin.

Derbarê naveroka civîna şanda ENKSê ya li Konsolxaneya Brîtanya li Hewlêrê de got,di civînê de rewşa Sûrî bi giştî û rewşa herêmên Kurdî bi taybet rewşa her sê herêmên hatine dagîrkirin û gelê wê koçber bûne û guhartina demografî lê tê kirin, hatin guftûgokirin.

Diyar kir jî, Brîtanya piştevaniya xwe ji bo çespandina mafên Kurdî di destûra Sûriyê de nîşan da û di wê derbarê de Fesla Yûsif got: “Me ji aliyê Brîtanî re got, piştevaniya we ji Kurd re ne biqasî qurbaniyên ku Kurd di rûbirûbûna terorê de dane de ye.”

Amaje bi wê jî da, aliyê Brîtanî girîngiyê dide yekrêzî û yekhewstiya Kurdî, ku heger Kurd yekhelwest be, ewê bikarin baştir piştevaniyê li mafên Kurd bikin.

Li ser rewşa herêmên Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê yên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagîrkirin, Fesla Yûsif got: Konsolxaneya Brîtanya nîşan da ku ew li dijî guhartina demografî û koçberbûna xelkê ji ser cih û warên xwe ye heger li kîjan devera cîhanê be.

 

S. B