Fadil Mîranî: Kes nekare li Bexdayê wezîran bo Kurd dîyar bike

Fadil Mîranî, sekiretêrê Mekteba Sîyasî ya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) derbarê kabîneya nû ya hikuemta Îraqê ragehand: Ew wek PDK behsa ewê yekê nakin ke çend wezaret bo wan dibe, lê ew wek Kurd behsa evê mijarê dikin.

K24- Hewlêr

 Fadil Mîranî, di hevpeyîvîneka rojnamevanî de got:  Me hewil daye kelên nekeve di navbera alîyên Kurdistanî û Kurd bi taybetî.

Aşkera jî kir, evro şandeka Partîyên Kurdistanî diçe Bexdayê û li gel alîyên Sûnne û Şîe li Bexda dicive.

Sekiretêrê Mekteba Sîyasî ya PDKyê, amaje bi wê yekê kir, Kes nekare li Bexda wezîran bo alîyên Kurdistanî dîyar biek, lê divê em bi xwe navan bidîn wan û bêjîn ev wezîrên Kurd in.