Evro, Elawî navên kabîneya xwe dixe pêş firakisyonan

Evro navên endamên kabîne ya Mehemed Tewfîq Elawî dixin pêş serokên firakisyonên sîyasî.

K24- Hewlêr

Evro navên endamên kabîne ya Mehemed Tewfîq Elawî dixin pêş serokên firakisyonên sîyasî.

Biryare evro, Mehemed Tewfîq Elawî, raspartîyê serokartîya civata wezîrên Îraqê, navên endamên kabîne ya xwe bixe pêş serokên firakisyonên  sîyasî di nava Perlemanan Îraqê de.

Duhî, Ehmed Kînanî, perlemantarê Hevpeymanîya Fetih ragehandibû, berî bi dawîhatina evê hefteyê, Civata Nwêneran deng li ser kabîne ya Mehemed Tewfîq Elawî dide.