Şandeke aliyên siyasî yên Kurdistanê bi Elawî re dicive

Şandeke hevbeş a aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi Mihemed Tewfîq Elawî yê bi pêkanîna Hikûmeta Iraqê hatiye raspardin re dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke hevbeş a aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi Mihemed Tewfîq Elawî yê bi pêkanîna Hikûmeta Iraqê hatiye raspardin re dicive.

Peyvdarê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ji K24ê re ragihand, taybetmendiya Herêma Kurdistanê heye û di civîna bi Mihemed Tewfîq Elawî re behsa wan taybetmendiyan dikin, ji ber ku nabe kesek ji derveyî Herêma Kurdistanê bo hikûmetê bê kandîdkirin, ku nûnertiya Kurd û hikûmetê bike.

Biryar e îro, Mehemed Tewfîq Elawî raspardeyê pêkanîna Encûmena Wezîran a Îraqê, navên endamên kabîneya xwe bixe pêş serokên firakisyonên sîyasî di nava Perlemana Îraqê de.

 

S. B