Şandeke aliyên siyasî yên Kurdistanê bi Elawî re dicive
Şandeke hevbeş a aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi Mihemed Tewfîq Elawî yê bi pêkanîna Hikûmeta Iraqê hatiye raspardin re dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şandeke hevbeş a aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi Mihemed Tewfîq Elawî yê bi pêkanîna Hikûmeta Iraqê hatiye raspardin re dicive.
Peyvdarê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ji K24ê re ragihand, taybetmendiya Herêma Kurdistanê heye û di civîna bi Mihemed Tewfîq Elawî re behsa wan taybetmendiyan dikin, ji ber ku nabe kesek ji derveyî Herêma Kurdistanê bo hikûmetê bê kandîdkirin, ku nûnertiya Kurd û hikûmetê bike.
Biryar e îro, Mehemed Tewfîq Elawî raspardeyê pêkanîna Encûmena Wezîran a Îraqê, navên endamên kabîneya xwe bixe pêş serokên firakisyonên sîyasî di nava Perlemana Îraqê de.
S. B