Mesrûr Barzanî ligel Serokwezîrê Îtalya civîya
Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Roma ligel Guiesepe Conte Serokwezîrê Îtalya civiya
K24- Roma
Evro Sêşembîyê, 18/2/2020 Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herîma Kurdistanê li Roma li gel Cozêpê Kontê serok wezîrên Îtaiya civiya.
Di civînê de, gotbêj derbarê pêşxistina peywendîyên di navebra Îtaiya û Herêma Kurdistanê û guhertinê Îraqê û daverê kirin.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê supasîya Îtaliay kir bo piştîvanîya wê ya bihêz li şerê dijî Daişê û rahînan a Pêşmerge. Hikumet herweha amaje bi hewlên hikumeta Herêma Kurdistanê kir bo bihêzkirina ezmûna bi hev re jîyana olî û neteweyî li Herêma Kurdistanê.
Ronahî jî xiste ser karnameya kabîneya nehem û sanahîkarîyên kabîneyê bo piroseya weberhînanê, hêvî jî xwazt weberhînana Îtaliya li Kurdistanî geşeyê bike.
Serok wezîrê Îtaliya amadeyî welatê xwe nîşan derbirî bo berdewamkirina hevahengîyê û piştîvanîkirina Pêşmerge û artêşa Îraqê bo rûbirûbûna Daişê. Herweha tekez li ser dostînîya Îtaliya û bihêzkirina peywendîyan li gel Herêma Kurdistanê kir bi taybetî di warê perepêdan û weberhînana Îtaliya li Herêma Kurdistanê.




