Hevserokên YNKê hatin diyarkirin

Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hevserokê nû yê wê partiyê diyar kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hevserokên nû yê wê partiyê diyar kirin.

Li gor zanyariyên medyaya YNKê, Bafel Talebanî û Lahûr Şêx Cengî wek Hevserokên YNKê hatin destnîşankirin.

Di civîna xwe ya roja Şemiyê 8ê Sibatê de, Encûmena Serkirdatiya YNKê biryar dabû ku sîstema birêvebirina YNKê bibe hevserokatî û posta Sekreterê Giştî nemîne.

 

S. B