Li Qamişlo teqînek çê bû û 2 kesan canê xwe jidest dan
Li bajarê Qamişlo di encama teqînekê de 2 kesan canê xwe jidest dan.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Qamişlo di encama teqînekê de 2 kesan canê xwe jidest dan.
Peyamnêra K24ê li Qamişlo da zanîn, li enbareke komkirina plastîkan, mînek ku di nava dînamoyekê de hatibû danîn teqiya.
Li gor zanyariyên peyamnêra me, di encama teqînê de 2 welatiyên bi navê Faroq Silêman û Raîd Nayif canê xwe jidest dan.
Teqîn li Enbara komkirina plastîkan ya li ser riya Iwîca hatibû kirin, piştre jî Hêzên Ewlakariya Hundirîn dest bi lêkolînan kirin.
S. B