DAIŞ li gundek Kerkûkê êrîş kir, qurbanî hene
DAIŞ êrîşî gundek Kurdnişîn li rojavayê Kerkûkê kir û di encam de 4 welatî şehîd bun û 3yên din jî birîndar bûn
K24 – Navenda Nûçeyan
DAIŞ êrîşî gundek Kurdnişîn li rojavayê Kerkûkê kir û di encam de 4 welatî şehîd bun û 3yên din jî birîndar bûn.
Çekdarên DAIŞ êrîşî gundê Çexmaxey a ser bi bajarokê Dubiz li rojavayê Kerkûkê kirin û di encam de 4 welatî şehîd bûn û 3yên din jî, brîndar bun.
Di girte vîdyoyekê de derdikeve, ku çekdarek wê rêxistinê êrîş dike ser malekê û ji pencereyê destdirêjiya gule ser endamên wê malbatê dike û direve.
Welatiyekî wî gundî ji Kurdistan 24 re ragehand, piştî gehiştina hêzên emnî bo gund, ew çekdar bi aliyê Hewîce ve reviyan.
C.B