DAIŞ li gundek Kerkûkê êrîş kir, qurbanî hene

DAIŞ êrîşî gundek Kurdnişîn li rojavayê Kerkûkê kir û di encam de 4 welatî şehîd bun û 3yên din jî birîndar bûn

K24 – Navenda Nûçeyan

DAIŞ êrîşî gundek Kurdnişîn li rojavayê Kerkûkê kir û di encam de 4 welatî şehîd bun û 3yên din jî birîndar bûn.

Çekdarên DAIŞ êrîşî gundê Çexmaxey a ser bi bajarokê Dubiz li rojavayê Kerkûkê kirin û di encam de 4 welatî şehîd bûn û 3yên din jî, brîndar bun.

Di girte vîdyoyekê de derdikeve, ku çekdarek wê rêxistinê êrîş dike ser malekê û ji pencereyê destdirêjiya gule ser endamên wê malbatê dike û direve.

Welatiyekî wî gundî ji Kurdistan 24 re ragehand, piştî gehiştina hêzên emnî bo gund, ew  çekdar bi aliyê Hewîce ve reviyan.

 

 

 

C.B