Zêdetir ji 540 kes di xwenîşandanên Îraqê de hatîne kuştin
Li gor amareka nû ya Komisyona Mafên Mirov li Îraqê, 545 kes di xwenîşandanên Îraqê de hatîne kuştin.
K24- Hewlêr
Li gor amareka nû ya Komisyona Mafên Mirov li Îraqê, 545 kes di xwenîşandanên Îraqê de hatîne kuştin.
Elî Beyatî, endamê ya Komisyona Mafên Mirov li Îraqê, amareka dî derbarê xwenîşandanên Îraqê blavkirîye, li gor wê amarê, ji destpêka xwenîşandanan heya niha 545 kes di dema xwenîşandanan de hatîne kuştin û 17 kes ji wan ji hêzên ewlekarîyê ne
Beyatî amaje bi wê yekê jî kirîye, hejmara birîndaran gehaye nêzîkî 24 hezar kesan. Herweha 79 kes jî hatîne revandin, di nav wan de 4 kiç hene û 22 kesên revandî hatîne azadkirin. Ewên din jî, çarenivîsa wan nedîyare, ku yek ji wan kiçe. Herweha 2 hezar û 800 xwenîşander hatîne girtin, ji 38 kesan yên din hemû hatîne azadkirin.
Ev di demekê de ye, duhî rêkxistîya Lîburîna Nêvdewletî belav kirîye, ku hejmara kujtîya di destpêka xwenîşandanên Îraqê ve , haya niha 600 kes burandîye.