Emerîka peyamekê digehîne her sê serokatîyên Îraqê

Emerîka bi rêya harîkarê wezîrê derve yê welatê xwe, peyamek derbarê pirsên nihayî gehande her sê serokatîyên Îraqê.

K24- Hewlêr

Emerîka bi rêya harîkarê wezîrê derve yê welatê xwe, peyamek derbarê pirsên nihayî gehande her sê serokatîyên Îraqê.

Li gor ragehandina balyozxane ya Emerîka li Bexda, Deyvîd Şînker, harîkarê wezîrê derve yê Emerîkayê, roj 18yê Subatê/2020 li Bexda bûye û li gel her sê serokatîyên Îraqê, Civata wezîran, serokatîya komarê û Civta Wezîran  civîya ye.

 Li gor wê ragehandinê, tevî tekezkirinê li ser peywendîyên di navbera Waşitun û Bexdayê, lê nîgeranîyên welatê xwe derbirîye beranber encamdanda tundûtîjîyê dijî xwenîşanderan û kuştina wan û bi zelalî amaje bi wê yekê kirîye ku nabe bi ti awayekê ev karên hanê dijî xwenîşanderan bihên encamdan.

Amaje bi wê yekê jî kirîye, ku xwenîşandan mafeka asayî ya wane daku bi aramî û aştîyane nerazîbûnên xwe derbibirin. Hevdem piştîvanîya xwe jî bo wan daxwazîyan nîşan daye, di gel evê yekê de jî ragehandîye, ku pêwîste tawanbar û bikujên xwenîşanderan radestê dadgehê bihên kirin û bihên sizadan.

Harîkarê wezîrê derve yê Emerîka yê, tekez li ser hevpişkîya Emerîkayê li gel hêzên ewlekarîya Îraqê kir di bihêzkirina pêgeh û serwerîya Îraqê de û alîkarîkirina wî welatî bo têkşikandina (armanca wan a hevişik) ku rêkxistîya teroristî û tundrew a Daişe.

Mêdya yên Îraqî jî, amaje bo wê yekê dikin, ku mebesta Şînker ewe, hêzên Emerîka li Îraqê dimînin,  ku berê Civata Nwênerên Îraqê bi dengên Şîeyan yasa ya derkirina hêzên bîyanî pesind kir.