Yekşembîya dahatî, Civata Nwênerên Îraqê, dê bicive bo dengdanê li ser kabîne ya nû

Civata Nwênerên Îraqê, Yekşembîya dahatî dê bicive bi armanca dengdanê li ser kabîne ya nû ya hikumetê.

K24- Hewlêr

Civata Nwênerên Îraqê, Yekşembîya dahatî dê bicive bi armanca dengdanê li ser kabîne ya nû ya hikumetê.

Mehemed Xalidî, serokê kutleya Beyarulxeyir di Civata Nwênerên Îraqê de, ku kesekî nêzîke ji Mehemed Elawî, sero wezîrê raspartî bo pêkanîna kabîne ya nû ya hikumetê, ragehand, Yekşembîya dahatî, Civata Nwênerên Îraqê dê bicive ji bo dengdanê li ser Kabîne ya nû ya hikumetê.

 Biryar bû evro ew civîn bihêt encamdan, lê heya niha gelek nakokîyên sîyasî hene derbarê pêkanîna kabîne ya Elawî bi taybet ku pişka pêkhate yên Îraqê li ber çavan negirtîye.

 Duhî jî, rojname ya Sebah a fermî belav kiribû, serok wezîrê raspartî pêkhateya hikumeta xwe temam kirîye û çaverê civîna perlemanê dike bo pesindkirina kabîneya wî.