Serok Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê pêkanîna hikûmeta Iraqê guftûgo dikin

Serok Barzanî îro pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz û şanda pê re kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî îro pêşwazî li Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Falih Feyaz û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de ronahî hate xistin ser rewşa siyasî û ewlehî ya Iraqê û dawî pêşhatên navçeyê û herwiha helwesta aliyan li hember pêngavên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hat guftûgokirin.

Gefên terorê û egerên derketin û bihêzbûna teroristên DAIŞê, tewereke din a civînê bû.

 

S. B