Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îtaliya civîyan

Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê û şanda pê re, li Roma, li gel wezîrê derve yê Îtaliya civîyan.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Îtalya civiyan. Wezîrê derve yê Îtalya radighîne, Îtalya di meşq û rahênana Hêza Pêşmerge de berdewam dibe.

Îro, Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Roma digel Wezîrê derve yê Îtalya Luigi Di Maio civiya. Di civînê de, dawî pêşhateyên li Iraq û navçeyê hatin gengeşe kirin.

Herweha danûstandin derbarê zêdetir pêşxistina pûwendiyên di navbeyna herêma Kurdistanê û Îtalya de hat kirin, bi taybetî di warên bazirganî, jêrxaneya aborî û pêşxistina çandiniyê li Herêma Kurdistanê de.

Her du aliyan tekezî li bihêzkirina dostayetiya di navbeyna Herêma Kurdistanê kirin. Herweha giringiya berdewamîdana meşq û rahênana Îtalya ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo rûbirûbûna terorê.