Wezîrê Derve yê Tirkiyê bi şanda ENKSê re civiya

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li Enqerê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu re civiya.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Enqerê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu re civiya.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir, ew ligel şandeke ENKSê ku nûnera rewa ya gelê Kurd li Sûriyê ye civiya.

Çavuşgolu nivîsî, ew piştevaniyê li rola ENKSê di Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) û proseya siyasî ya Sûriyê de dikin.

Şanda ENKSê j endamên Desteya Serokatiyê Mihemed Îsmaîl, Nimet Dawûd, Feysel Yûsif, Silêman Oso û Serokê Komîta Pêwendiyên Derve Kamîran Haco pêk hatibû.

 

S. B