Serok Barzanî: Pêzanîna min bo rola miyanrew a Yekgirtiya Îslamî di qonaxên hestiyar de heye
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behadîn û şanda pê re kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behadîn û şanda pê re kir ku ji Serokê Encûmena Serkirdayetî Dr. Hadî Elî û Kargêrê Encûmena Bicîhkirinê Dr. Selaheddîn Babekir û Endamê Serkirdayetî û Berpirsê Peywendiyên Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê Dr. Mihemed Hawdiyanî pêk hatibû.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî pîrozbahiya serkeftina kongreya Yekgirtiya Îslamî ya Kurdistanê li şanda mîhvanan kir û pêzanînên xwe jî ji bo rol û miyanrewî û helwestên Yekgirtî li proseya siyasî û qonaxên hestiyarên jiyana siyasî ya Herêma Kurdistanê de hebû.
Her li vê civînê de di derbarê pêşhat û guhertinên siyasî yên li ser asta navçeyê û qeyrana siyasî li Iraqê û proseya pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê de danûstandina bîr û ramanan kirin.
Rewşa Herêma Kurdistanê û gefên li ber gelê Kurdistanê mijareke din a vê hevdîtinê bû û hewldana destberkirina birayetî û tebayî ya siyasî û yekrêziya li pirsên niştimanî bi pêwîst hate zanîn û tekez jî li ser karê hevbeş ê aliyan û sazî û damezraweyên Herêmê hatin kirin, ji bo rûbirûbûna wan gefan ku asayîşa civakî û perwerde û bihayên civaka Kurdistanê dikin armanc.
S. B