Hêzên Tirkiyê ji 4 gundên Til Temirê vedikişin
Artêşa Tirkiyê hêzên xwe ji 4 gundên derdora bajarokê Til temirê vedihişîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê hêzên xwe ji 4 gundên derdora bajarokê Til temirê vedihişîne.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyê hêzên xwe ji gundên Heras, Suda, Menacîr û Şibliye yên li derdora Til Temirê vekişandin û navendên xwe yên wan gundan jî şewitandin.
Li gor Rewangehê, sedema vekişandina hêzên Tirkî nayê zanîn, lê di vê dema dawî de, alozî di navbera hêzên Tirkî û hin çekdarên opozîsyona Sûriyê li ser pirsa Idlibê derketibû.
Pêştir, roja 12ê vê mehê jî Tirkiyê hêzên xwe ji 7 gundên derdora Til Temirê û Ebû Rasên vekişiyabû.
Rewangehê diyar kiribû, reng e sedema vekişîna hêzên Tirkî ji wan deveran ew be, ji destpêkê ve ew kontrolkirina wan gundan ne di plana Tirkiyê de be.
S. B