Herêma Kurdistanê çawaniya rûbirûbûna veyrûsa Korona guftûgo dike
Li Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civîneke taybet bi rênimayên rûbirûbûna Veyrûsa Korona birêve diçe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civîneke taybet bi rênimayên rûbirûbûna Veyrûsa Korona birêve diçe.
Li gor zanyariyên K24ê, îro li Encûmena Wezîran civîneke bi beşdariya çend wezîr, nûnerên rêxistinên tenduristiyê yên cîhanê û nûnerên dezgehên ragihandinê, civîneke taybet ji bo rûbirûbûna veyrûsa Korona birêve diçe.
Li gor zanyariyan, di civînê de guftûgo derbarê hevahengiya aliyên pêwendîdar û çawaniya rûbirûbûna veyrûsa Korona li Herêma Kurdistanê tê kirin.
Li Çînê û 30 welatên din ên cîhanê zêdetir ji 75 hezar kesî tûşî nexweşiya veyrûsa Korona bûne û heta niha jî zêdetir ji 2 hezaran kesên jî bi wê veyrûsê canê xwe jidest dane.
Heta niha ti tûşbûyek bi veyrûsa Korona li Herêma Kurdistanê nehatiye tomarkirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî rênima û çawaniya rêgiriya li gihîştina wê veyrûsê bo Herêma Kurdistanê guftûgo dike.
S. B