Di hikûmeta nû ya Iraqê de Kurd 3 wezareta werdigirin
Parlemanterkî Kurd di Parlemana Iraqê de aşkere dike, di kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê de, 3 wezaret ji Kurdan re dibin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlemanterkî Kurd di Parlemana Iraqê de aşkere dike, di kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê de, 3 wezaret ji Kurdan re dibin.
Parlemanter Rêbwar Taha di konfernaseke rojnamevanî de ragihand, di kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê de, 3 wezaret ji Kurdan re dibin, lê pêwîst e wezîr wek nûnerên Herêma Kurdistanê serederî pê re bên kirin.
Got jî: Nûnertîkirina Herêma Kurdistanê ji me re girîng e, ne post. Rêza me li hemû nerînan heye, lê nûnertîkirin li Iraqê bi kesên serbixwe nabe.
Rêbwar Taha diyar kir jî, serederiya bi Herêma Kurdistanê re taybetmendiya xwe heye û nabe wek naverast û başûrê Iraqê be.
Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Parlemanê Beşîr Hedad got: “Divê Elawî bizanebe ku serederiya bi Herêma Kurdistanê re ji ya Şîe û Suneyan cuda ye, serederî bi Herêma Kurdistanê re serederiya bi qeware û neteweyekê re ye. Pirsgirêkên me yên di bi Bexdayê re hene, ji ber wê divê ew taybetmendî ji Kurd hebe.”
Biryar e roja Yekşema bê 23ê vê mehê Parlemana Iraqê bicive û deng li ser kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê bide.
S. B