Daxwaza daxistina sinûrê li gel Îranê dikin
Piştî ku Îranê ragehand, dû haletên nirinê bi vayrosa Korona li bajar Qum hatîne tomarkirin, çalakvanên Îraqê dio torên civakî de, helmetek bo daxixstina sinûr li gel Îranê destpêkirine.
K24- Hewlêr
Piştî ku Îranê ragehand, dû haletên nirinê bi vayrosa Korona li bajar Qum hatîne tomarkirin, çalakvanên Îraqê dio torên civakî de, helmetek bo daxixstina sinûr li gel Îranê destpêkirine.
Çalakvanên Îraqê di torên civakî de, daxwaz dikin bi sedema belavbûna Vayrosa Korona li Îranê, sinûrê li gel wî welatî bihêt daxistin daku rê li pêşîya wê vayrosê bihêt girtin û negehe Îraqê, ku heya niha ti haletên nexweşîyê bi wê vayrosê nehatîye tomarkirin.
Roja 19yê Subatê, 2020 berpirsên tenduristîya Îranê mirina dû kesanbi sedema Vayrosa Korona li bajarê Qûm eagehand û evro jî hemû xwîndingehê wî bajêrî hatin daxistin.
Niha jî berpirsên tenduristîyê li wî welatî, hewil didin rêkarên pêwîst û taybet bigirin ber xwe, daku ew derd zêdetir teşeneyê neke.