Beşîr Hedad: Divê Elawî reftareka taybet li gel Herêma Kurdistanî bike
Beşîr Hedad, cêgirê serokê Perlemana Îraqê ragehand, heya niha ti daxwazîyek bo encamdana vivîna dengdanê bi kabîne ya Mehemed Elawî arasteya Perlemanê nehatîye kirin.
K24- Kerkûk
Beşîr Hedad, cêgirê serokê Perlemana Îraqê ragehand, heya niha ti daxwazîyek bo encamdana vivîna dengdanê bi kabîne ya Mehemed Elawî arasteya Perlemanê nehatîye kirin.
Beşîr Hedad, di kongireyeka rojnamevanî de, got: Divê Elawî haydar be, reftarkirin li gel Herêma Kurdistanê cudaye li gel wê reftara li gel Şîe û Sunneyan dike. reftarkirin li gel Herêma Kurdistanê reftarkirine li gel kîyan û neteweyekê. Me arîşe li gel Bexdayê heye, lew pêwîste ev taybetmendî bo Kurd hebe.
Got jî: Wek desteya serokatîya Perlemana Îraqê, heya niha me biryar nedaye ka kengê civîn dê bihêt encamdan. Dema Elawî pêkhateya kabîneya xwe pêşkeş kir, di dema 48 demjmêran dema civînê dê bihêt dîyarkirin.