Wezaretên tendûristîyê navxweyî yên Herêma Kurdistanê çend biryarên giring dê bidin

Herdû wezaretên Tenduristîyê û navxweyî yên Herêma Kurdistanê mijûlî amadekirin û derxistina çend biryarên giringin.

K24- Hewlêr

Herdû wezaretên Tenduristîyê û navxweyî yên Herêma Kurdistanê mijûlî amadekirin û derxistina çend biryarên giringin.

Di hevpeyvîneka taybet de bo Kurdistan24ê, wezîrê tendûristî ya hikumeta Herêma Kurdistanê, Saman Berzicî ragehand, li gel wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê mijûlî derxistina hejmareka biryarên giring in bo berengarbûn û rêgirtinê ji belavbûna derdê Korona.

Xuya jî kir, Herêma Kurdistanê bi cidî kar li ser gefa belavbûna nexweşîya derdê Korona ya nû dike û hemû rêkarên pêwîst derberê evê yekê digre ber xwe.