Kenaleka Farisî amareka rasteqîne ya qurabanîyên Vayrosa Korona di wî welatî de aşkera dike

Kenaleka televizyonî ya Îranî, amareka rasteqîneya can ji destdana û tûşbûyên Vayrosa Korona di wî welatî de aşkere dike.

K24- Hewlêr

Kenaleka televizyonî ya Îranî, amareka rasteqîneya can ji destdana û tûşbûyên Vayrosa Korona di wî welatî de aşkere dike.

Li gor kenala televizyona Îran Întenaşînal, 9 haletên mirinê bi sedema Varosa Korona li bajarê Qum hatîne tomarkirin û çendîn haletên tuşbûnê jî li bajarê Meşhed hatîne tomarkirin.

Desthelatdarên Îranê ti daxyanî derbarê evan zanyarîyan ne ragehandîne û tenê mirina dû kesan hatîye piştrastkirin, ku duhî bi sedema wê derdê li bajarê Qum, li başûra rojavaya Îranê canê xwe ji dest dane, li gel ragehandina 3 haletên din yên tuşbûnê bi wê vayrosê.

Ev piştî wê yekê dihêt, ku sipêdeya evro, berpirsekê wezareta tenduristîya Îranê ragehand, pişkinîn a temeam bo teva ya kesûkarên wan dû kalan hatîye kirin, ku duhî bi sedema Vayrosa Korona li bajarê Qum canê xwe ji destdabûn. Bi sedema evê yekê jî, rewşa awarte li teaya nexweşxaneyên wî bajêrî hate ragehandin û mêdyayên wî welatî amje bi bi 6 haletên din yên tûşbûnê bi evî derdî kiribûn.