Îraqê dayîna Vîzeya geştyarî ji bo Welatiyên Îranê ragirt

Wezareta Navxweya Îraqê dayîna Vîzeya geştyarî ji bo Welatiyên Îranê ragirt.

K24- Hewlêr

Wezareta Navxweya Îraqê dayîna Vîzeya geştyarî ji bo Welatiyên Îranê ragirt.

Wezareta Navxweya Îraqê di daxwiyaniyekê de radgihîne, bi sedema Virusê Korona, Wezareta wan dayîna Vizeya geştyarî ji bo welatiyên Îranê nade, Hevdem Wezareta Tendirustiya Îraqê jî radgihîne, ji bo rêgirîgitin li belavbûna wê Virusê ta ji bo demekî nediyar rê bi ziyaretkarên Îranê nadin ku seredana Îraqê bikin. Wezareta Tendirustiya Îraqê tekez jî kir, rê nadin welatiyên Îraqê seredana Îranê bikin û tinê şandên Dîplomasî dikarin seredana Îraqê bikin, ew jî piştî encamdana pişkinînên pêwîst.