Xelkê Qamişlo gazinan ji nebûna mazot û xazê dikin

Xelkên bajarê Qamişlo ji heyama 15 rojan ve gazinan ji tunebȗna mazot ȗ xazê dikin, bêyî ku ev kirîz were çareser kirin.

K24- Hewlêr

Xelkên bajarê Qamişlo ji heyama 15 rojan ve gazinan ji tunebȗna mazot ȗ xazê dikin, bêyî ku ev kirîz were çareser kirin.

Hin welatî dibêjin ku ji sala 2011an ȗ ta roja îro ev rewşa waye, herwiha bang li kesên berpirs dikin ku sȗtemeniyê ji wan re peyda bikin.

Tunebȗna mazotê ȗ xazê bȗye çîroka rojane ya xelkên bajarê Qamiêlo .Ji heyama nêzî 15 rojan ve bajêr di kirîzeke sȗtemeniyê de derbas dibe bêyî ku aliyên berpirs çareyekê ji vê kirîzê re deynin .Gelek mal ȗ jiber tunebȗna mazotê sopeyên wan pênakevin , herwiha hin malbat xwarina xwe li ser papor yan jî li ser agirê daran çêdikin. Ji destpêka werzê zivistanê bi tenê carekê mazot li ser malên bajarê Qamişlo hatine belav kirin ȗ her malbatek 200 litir mazot wergirtiye.

Rêveberiya Desteya Sȗtemeniyê dide zanîn ku hejmara mezin ya neşticiyan sedema vê kirîzê ye ku nêzî 70 hezar malbat ji bilî penaberan li bajêr dijîn.

Tevî ku 70% ji petrola sȗriyê, li devera Rojavayê Kurdistanê ye , lê piştî sala 2011an sûtemenî nemaze mazot ȗ xaz li Rojava kêm bȗye û welatiyên Rojava gelek zehmetiyan di warê peydakirina sûtemeniyê de dikşînin ȗ bi taybet di werzê zivistanê de.