Wezareta tenduristî ya Îraqê daxwaz ji hikumetê dike derîyên sinûrî li gel Îranê dabixe

Di daxyannameyekê de, wezareta tenduristîya Îraqê, daxwaz ji hikumeta Bexdayê kirîye, şaneya kirîzan bi baş dizane tevaya rêyên geştkirin û serdankirinê di navbera Îraq û Îranê de dabixe, tenê şandên dîplomasî nebe, ew jî bi wê mercê ku pişkinîna pizîşkî bo wan bihêt kirin û ji encama pişkinînê dil tenah bin.

K24- Hewlêr

Wek di daxuyannameyê de hatîye, sedema evê hoşdarîyê belavbûna Vayrosa Korona ye li Îranê, ku bi sedema wê hejmareka haletên mirinê û tuşbûnê bi wê derdê li wî welatî hatîne tomarkirin.

Di daxuyannameyê de, tenê rê bi vegerana wan Îraqîyan bihêt dan ewên ku niha li Îranê ne, lê bi wê mercê ku pişkinîn ji wan re bihêt kirin û bo dema 14 rojan li ciheke taybet dem li jêr çavdêrîya pizîşkî bimînin.

Herweha daxwaz dike, tevaya ew hevwelatîyên di dema 14 rojên burî de ji Îranê  vegerîyane Îraqê, li bajarê wan cihên taybet bo wan bihên dabînkirn û pişkinînan pizîşkî ji wan re bihêt encamdan.