Helbijartina perlemana Îranê birêve diçe

Wezareta navxweya Îranê ragwhandîye, evro, Heyînîyê, yazdemîn xula helbijartina perlemana Îranê di 208 baznetên helbijartinê li 31 parêzgehên wî welatî birêve diçe.

K24- Hewlêr

Wezareta navxweya Îranê ragwhandîye, evro, Heyînîyê, yazdemîn xula helbijartina perlemana Îranê di 208 baznetên helbijartinê li 31 parêzgehên wî welatî birêve diçe.

Di hemû Îranê de, zêdetir ji heft hezar kandîd li ser 290 kursîyên perlemanî berekanê dikin.

Ebdulrezaq rehmanî Fezlî, wezîrê navxwe ya Îranê bi mêdyayên fermî yên wan welatan ragehandîye, bo birêvbirina gera yezde ya helbijartina perlemana Îranê zêdetir ji yek milyon fermanber hatîne destnîşankirin.

Derbarê evê yekê, serokê navenda helbijartinên Îranê, Cemal Ûrif bi mêdyayan ragehandîye, bi giştî li Îranê 57 milyon û 918 hezar û 159 kesan mefê dengdanê heye û di evê hejmareyê de, dû milyon û 931 hezar kes bo cara yekem deng didin û li tevaya Îranê 7 hezar û 148 kandîd berekanê dikin bo bi destvehînana 290 kursîyên perlemanî.

Li gor zanyarî û datayan bal a rêforimxwazên Îranê , di çend qonaxên berbijarkirinê de 90 % kandîdên wan hatin redkirin.

Niha di perlemana Îranê de, ji 290 kursîyên perlemanî  bal parêzgaran xwedî 240 kursîyane û bal a rêforimxwazan xwdîyê tenê 50 kursîyane.

 Di çar parêzgehên Rojhelata Kurdistnê jî, bo yazdemîn gera helbijartina perlemana Îranê 345 kesan xwe kandîd kirîne û bo bidesthînana 29 kursîyên perlemanî berekanê dikin.