Tirkiyê gundewarê Til Temir û Eyin 'Îsa bi giranî topbaran dike

Topxane ya artêşa Tirkiyê gundewarê Til Temir û Eyin 'Îsa bi giranî topbarankir.

K24- Hewlêr

Topxane ya artêşa Tirkiyê gundewarê Til Temir û Eyin 'Îsa bi giranî topbarankir.

çavkanîyeke nêzîk ji Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) ragehandîye topxaneya artêşa Tirkiyê û girûpên ser bi wê ve gundê Ûm Elkêf  û çend gundên derdora wê yên ser bi bajarokê Til Temrê topbaran kir û çend top ji wan bi wîstgeha Elkitrîkê ya bajarê Til Temrê ket in, di encamê de wêstgeh ji kar ket û Elkitrîkê li ser bajar û derdora wî hate birrîn.

Li gor hatîye belavkirin jî, girupên çekdar gundê Huşan ku bi 6 kîlumetran ji bajarokê 'Eyîn 'Îsayê dûre ve bi top û muşekan kirine armanc.

Ji destipêka evê mehê ve heya niha, artêşa Tirkiyê û girupên ser bi wê ve dest bi êrîşan kirine bo ser gundên derdora Girê Sipî, 'Eyîn 'Îsa û Til Temr û bi awayeka berdewam şer di navbera wan û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) de li wan navçeyan rûdide.