Wezareta Tendûristîyê pêşniyazên nû derbarê Koronayê pêşkeş dike

Wezareta tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê, pêşniyaza hejmareka rêkarên nû yê pêwîst dike bo rêgirtinê ji belavbûna Koronayê.

K24- Hewlêr

Wezareta tenduristîya hikumeta Herêma Kurdistanê, pêşniyaza hejmareka rêkarên nû yê pêwîst dike bo rêgirtinê ji belavbûna Koronayê.

Pêşniyazên wezaretê:

  • Rêgirtin ji hatinejûr a hemû wan hevwelatîyên ku ji Îranê ve dihên bo Herêma Kurdistanê li tevya xalên sinûrî yên rasterast û ne rasterast heya demeke ne dîyar, ji bilî şandên dîpolomasî, ku pişkinîna pizîkî ji wan re bihêt kirin.
  • Ev rêgirî bo wan hevwelatîyên Herêma Kurdistanê nebe ewên niha li Komara Îsalmîya Îranê ne, bi mercekê ku bihên pabendkirin bi rêkarên wezareta tenduristîya Herêmê kudivê bihên çavdêrîkirin di cihên taybet de bo dema 14 rojan.
  • - Rêgirtin ji tevaya hevwelatîyên Herêma Kurdistanê û Îraqê bo serdankirina Komara Îslamîya Îranê heya demeka me ne dîyar.