Derîyên Hacî Omeran û Başmax hevwelatîyan haydar dike

Pişkên ragehandin û peywendîyan di derîyên Başmax û Hacî Omeran belav kirîne, hatinûçûn di navebra Îran û Herêm a Kurdistanê hatîye ragehandin.

K24- Hewlêr

Pişkên ragehandin û peywendîyan di derîyên Başmax û Hacî Omeran belav kirîne, hatinûçûn di navebra Îran û Herêm a Kurdistanê hatîye ragehandin.

Li gor ragehandineka derîya Başmax, hatinûçûn û geştkirina hevwelatîyan bo demeka nediyar hatîye rawestandin bi sedema Vatosa Korona.

 Herweha pişka ragehandin û peywendîyên komelgeha derîya nêvdewletîya Hacî Omeran, evro, Heynîyê di agahdarîyekê de, aşkera kirîye, bi biryara wezareta navxweya Herêma Kurdistanê ji demjimêr 12yê şeva burî ve hatinûçûna hevwelatîyan hatîye rawestandin.

Li gor zanyarîyên peyamnêrê Kurdistan24, tenê rê didin hevwelatîyên Herêma Kurdistanê ji Îranê vegerin, lê pişkinîn ji wan re dihêt kirin û dixin jêr çavdêrîyê ve.

 Piştî belavbûna vayrosa Korona li Îranê û can ji destdana dû kesan bi wê sedemê ve û bi mebesta rêgirtinê ji belavbûn û gehiştina wê Vayrosê bo Herêma Kurdistanê, bi awayeka demkî biryara daxistina tevaya derîyên sinûrî û firokexaneyan bi rûyê Îranê re hatin daxistin.