Li Tirkiye û bakur, zimanê Kurdî di bin êrîşê de ye
Zimanê Kurdî di nav yek ji zimanên ku herî zêde tûşî zilm û zorê hatî de ye

K24 – Enqere
Îro, roja cîhanî ya zimanê zikmakî ye. Bêguman zimanê Kurdî di nav yek ji zimanên ku herî zêde tûşî zilm û zorê hatî de ye.
Bi taybetî li Bakûrê Kurdistanê heta demeke nêz jî, axaftina zimanê Kurdî qedexe bû.
Niha her çiqas rewşa zimanê Kurdî bi avayekî erênî guherî be jî, di jiyana rojan, herweha jiyana rewşenbirî de jî, bikaranîna zimanê Kurdî heta rêjeyek mezin kêm bû ye.
Herçend di jiyana siyasî û konjukturî ya Tirkiye de ast a nîjadperestiyê bilind dibe, êrîşên dijî zimanê Kurdî jî zêde dibin.
Di ast a hiquqî de bikaranîna axaftina Kurdî ger serbest be jî, lê dîsa jî di rastiyê de tade û zordarî li dijî Kurdî di astek gelek bilind de ye.
C.B