Bê razemendiya Kurd Parlemana Iraqê rijd e deng bide hikûmeta nû

Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê Hesen Keibî tekez dike, Parlemana Iraqê roja Duşemê 24 Sibatê bo dengdana li ser pêkhateya hikûmetê dicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê Hesen Keibî tekez dike, Parlemana Iraqê roja Duşemê 24 Sibatê bo dengdana li ser pêkhateya hikûmetê dicive.

Di daxuyaniyekê de, Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê Hesen Keibî tekezî li ser civîna Parlemana Iraqê bo dengdanê li ser kabîneya nû Hikûmeta Iraqê bi serokatiya Mihemed Tewfîq Elawî bide kir.

Ji ber nerazîbûna Kurd û Suneyên Iraqê ji awayê danîna wezîrên kabîneya Elawî, pêde diçe her yek ji Serokê Parlemanê Mihemed Helbûsî û Cîgirê Serokê Parlemanê Beşîr Hedad beşdarî civînê nebin.

Aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ne razî ne li derveyî wan, yan qet nebe bê razemendiya wan wezîrê hikûmeta Elawî bêne destnîşankirin.

Pêştir Peyvdarê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ji K24ê re ragihandibû, taybetmendiya Herêma Kurdistanê heye û di civîna bi Mihemed Tewfîq Elawî re behsa wan taybetmendiyan dikin, ji ber ku nabe kesek ji derveyî Herêma Kurdistanê bo hikûmetê bê kandîdkirin, ku nûnertiya Kurd û hikûmetê bike.

 

S. B