PDK-Sê şehîd Nesredîn Birhik bibîr anî
Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-Sê) salvegera terorkirina şehîd Nesredîn Birhik bibîr anî.
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-Sê) salvegera terorkirina şehîd Nesredîn Birhik bibîr anî.
Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-Sê) ȗ bi beşdariya hejmareke mezin ji alîgirên xwe, 8emîn salvegera terorkirina endamê Polîtburoya PDK-Sê Nesredîn Birhik li gundê Kevirêdena li gundewarê Çilaxa bibîr anî.
Nesredîn Birhik roja 13 Sibata sala 2012an de li ser riya Qamişlo-Çilaxa ji aliyê grûpekê ve rastî êrîşeke teroristî hatibû û di encamê de birîndar bû û ji bo bajarê Helebê hate veguhestin, lê ji ber giraniya birînên xwe roja 22 Sibatê şehîd bûbû.
S. B