Komîta Bilind a Rûbirûbûna Vayrûsa Korona li Hewlêrê dicive

Komîta Bilind a Rûbirûbûna Vayrûsa Korona îro li Hewlêrê dicive û rêkarên xweparastina dinirxînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîta Bilind a Rûbirûbûna Vayrûsa Korona îro li Hewlêrê dicive û rêkarên xweparastina dinirxînin.

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ji K24ê re ragihand, Komîta Bilind a Rûbirûbûna Vayrûsa Korona îro li Hewlêrê dicive.

Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand jî: “Ji bilî wezîran, aliyên pêwendîdar ên parêzgehên Herêma Kurdistanê jî beşdarî civînê dibin û çawaniya rûbirûbûna vayrûsa Korona û nirxandina wan rêkarên xweparastinê û yên rêgirtinê li hatina wê vayrûsê bo Kurdistanê dikin.

Li Çînê û 30 welatên din ên cîhanê zêdetir ji 75 hezar kesî tûşî nexweşiya veyrûsa Korona bûne û heta niha jî zêdetir ji 2 hezaran kesên jî bi wê veyrûsê canê xwe jidest dane.

Vayrûsa Korona gihîştiye Îranê jî û Wezîreta Tenduristî ya Îranê ragihand, 18 kes heta niha tûşî wê vayrosê bûne û 4 kesan jî canê xwe jidest dane.

 

S. B